Amerîka u Rejîma Sîyonîst çekên qedexe dijî Yemenê bi kar tînin
Lêjneya Netewî ya Mafên Merivan a Yemenê ragihand ku di êrişên Amerîka u Rejîma Sîyonîst ser wî welatî da çekên qedexe hatine bikaranîn.
Lêjneya Netewî ya Mafên Merivan a Yemenê ragihand ku di êrişên Amerîka u Rejîma Sîyonîst ser wî welatî da ji Çilleya 2024ê heta Îlona 2025ê çekên qedexe hatine bikaranîn u pirtî u bermayîyên wan çekana tam dîyar in.
Rejîma Sîyonîst di Gulana 2025ê da, zêde ji 150 carî bi balafiran êrişî navçeyên xelknişîn u Balafirgeha Sen`a, Bendera Hudeyde u navendên ceryanê yên vî welatî kir.
Balafirgeha Sen`ayê bi dehan carî ketîye ber êrişên hewayî yên Rejîma Sîyonîst u ji wan 6 balafirên rêwîhilgir ên Yemenê di encamê da ji nav çûn. Bi giştî heta nika hezar u 669 kes ji wan 235 zarok u 119 jin di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Yemenê da hatine şehîdkirin u birîndarkirin.