Giranbûna êrişên Tirkiyê ser Tişrîn û Pira Qereqozaqê
Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, Tirkiye û komên bin fermana Enqerê êrişên xwe li bereyên derdora Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê zêde kirine.
Navenda Ragihandinê ya HSDê bi ragehandina giranbûna êrişên Tirkiyê û komên ser bi Enqerê li derdora bendava Tişrîn û pira QereQozaq di nava axa Sûriyê de ragihand ku di êrişên duh ser bajarê Serînê de zarokek hat kuştin û 3 zarok jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, hikûmeta Tirkiyê û hêzên bin fermana wê ji duh ve zêdetirî 70 caran gundên derdora Qereqozaqê û girên Sêwê û Qereqozaqê bi top, tank, roket û hawanan bombebaran kirine.Li gorî vê raporê, navçeyên gundewarên bakûr û başûrê bendava Tişrînê jî çendîn car ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin, ku di encamê de agir bi gelek mal û baxçeyên xelkê ketiye.