18 mîlîtanên ser bi Tirkiyê li Sûriyê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i353692-18_mîlîtanên_ser_bi_tirkiyê_li_sûriyê_hatin_kuştin
Navenda Ragihandinê ya HSDê derbarê berdewamiya êrişên artêşa Tirkiyê û mîlîtanên girêdayî wê ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê agahî da û ragehand ku di vê heyamê de 18 mîlîtan hatin kuştin û gelek wesayîtên leşkerî û motorsîklet hatin îmha kirin.
(last modified 2025-03-08T11:08:59+00:00 )
Adar 08, 2025 12:23 Asia/Tehran
  • 18 mîlîtanên ser bi Tirkiyê li Sûriyê hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya HSDê derbarê berdewamiya êrişên artêşa Tirkiyê û mîlîtanên girêdayî wê ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê agahî da û ragehand ku di vê heyamê de 18 mîlîtan hatin kuştin û gelek wesayîtên leşkerî û motorsîklet hatin îmha kirin.

 Li daxûyaniya îro ya Navenda ragihandinê ya HSDê de hatiye ku hêzên wan derbên giran li çekdarên ser bi Tirkiyê xistine û ji bilî kuştina van 18 kesan çend kesên din jî birîndar ku bûne  jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn û gelek wesayîtên leşkerî û motorsîklet hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê diyar kir ku êrişên artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 meh in dewam dikin. HSD tekez kiriye ku li bereya Qereqozaqê 8 mîlîtan li bereya bendava Tişrînê  2 mîlîtan û  8 kes jî li gundên Tîna, Cada, Bîr Heso, Xeseq, Dîkan, Melhe, Sena û girên Sewehê hatin kuştin.