Sibat 13, 2025 16:19 Asia/Tehran

Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) raghiand ku li derdora Pira Qereqozaqê derbeke giran li hêzên artêşa Tirkîyê daye.

Navenda Ragihandinê ya HSD di daxûyanîyekê da ragihand ku hêzên hanê bi xwofirrê binkeyeke hêzên artêşa Tirkîyê xopan kirine û di encamê da 3 leşkerên artêşa Tirkîyê hatin kuştin û 2 çekdarên komên hevpeymanê Tirkîyê jî birîndar bûn.

HSDê herwiha ragihand: Di bersiva êrişên Tirkîyê û komên çekdar ên hevpeymanê Enqerê da, zincîre- operasyon ji bo êrişa ser binkeyên artêşa Tirkîyê û komên çekdar ên derdora Pira Qereqozaqê li dar xistîye. HSDê herwiha êrişî girikên derdora Pira Qereqozaqê kirîye ku komên çekdar li wan bi cih bûne. 

Serepeyv