Derbasbûna çekên pêşketî yên Amerîkayê nav navçeya di destê Kurdên Sûriyê de
Saziya Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Amerîka vê dawîyê çek û alavên şer ên pêşketî gihandiye deverên di bin kontrola Kurdên Sûriyê de.
Piştî rapora vê dawiyê ya Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê derbarê giheştina barê herî mezin ê leşkerî yê Amerîkayê bo navçeyên di bin kontrola Kurdên Sûriyê de, vê rêxistina çavdêra alûgorên Sûriyê herwiha tekez kir ku hatina tankên pêşketî yên Amerîkayê bo nav axa Sûriyê heta nika bêmînak bûye. Rêxistina sûrî ya Mafên Mirovan îro herwiha ragihand ku balafirên veguhestinê yên amerîkî di firîna xwe de bo baregeha asmanî ya Xirbecîrê li Hesekê, alavên leşkerî yên pêşketî ji wan sîstemên radarê veguhestine wê deverê û ligel wê yekê jî, hejmareke berçav ji hêzên leşkerî li vê baregehê bicih kirine.
Di eynî demê de 50 kamyonên din ji alavên leşkerî û lojîstîkî ji Herêma Kurdistana Iraqê derbasî navçeyên bin kontrola kurdên Sûriyê bûne û helîkopterên leşkerî yên Amerîkayê jî vê karwanê dişopînin û iskort dikin.