Tirkiyê sivîlan li bakurê Sûriyê dide ber êrişan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i353166-tirkiyê_sivîlan_li_bakurê_sûriyê_dide_ber_êrişan
Rayedarê kurd ê Sûriyê bal kişan d ser wê yekê ku kurdên vî welatî bi dû cudabûn û perçebûna Sûriyê nînin û got: Tirkiye dixwaze bi kuştina sivîlan kontrola bendava Tişrîn a Sûriyê bi dest bixe.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çile 30, 2025 15:47 Asia/Tehran

Rayedarê kurd ê Sûriyê bal kişan d ser wê yekê ku kurdên vî welatî bi dû cudabûn û perçebûna Sûriyê nînin û got: Tirkiye dixwaze bi kuştina sivîlan kontrola bendava Tişrîn a Sûriyê bi dest bixe.

Fetullah Husêynî nûnerê kurdên Sûriyê li Herêma Kurdistana Iraqê di hevpeyvînekê de ragihand ku  şerê di navbera artêşa Tirkiyê û  hêzên HSD her roj bendava Tişrînê û li ser pira Qereqozaxê didome.Tirkiye welatiyên Kurd û hêzên HSD dike armanc û  dixweze bi kuştina xelkê deverê, xelkê sivîl û hêzên  HSD bendava Tişrînê kontrol bike.

Wî got ku Bendava Tişrîn binesaziyek stratejîk di warê enerjî, av û karebayê ye  û ne tenê ji bo bakurê rojhilatê Sûriyê û Kurdan,  belku ji bo tevahiya Sûriyê ye. Vî rayedarên kurd ê Sûriyê got:  Tirkiye  hewil dide bi êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurdan li Sûriyê lawaz bike da ku ew  li muzakireya bi rejîam Colanî re nebin xwedî helwesteke xurt û hêza wan a  jibo muzakireyê  kêm bibe. Wî got ku Colanî neçar e bi  HSD î re muzakireyê bike ji ber ku zêdetirî 150 hezar kes li bakur û rojhilatê Sûriyê hene.