Çile 06, 2025 17:52 Asia/Tehran
  • HSD êrişên hêzên bin fermana Tirkiyê pûç kirin

Di encama êrişên hêzên çekdar ên bin fermana Tirkiyê ser bakurê rojhilatê Sûriyê û şer û pevçûnên bi hêzên HSD re hejmarek çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin.

Li gorî gotina  çavkaniyên nûçeyan yên Sûriyê, vê sibê gundê Terwaziyê yê  li derdora Girê Sipî li bakurê rojhilatê Sûriyê, bû şehedê êrişên hawanên hêzên bin fermana Tirkiyê.

Her wiha  şer û pevçûn li derdora bendava Tişrînê û gundên başûrê rojhilatê Minbicê di navbera hêzên kurd ên Sûriyê HSD û  çekdarên ser bi Tirkiyê ve berdewam in.

 HSD di daxûyaniya xwe ya herî dawî de  ragihand ku hemû êrişên  hêzên bin fermana Tirkiyê ku bi piştgiriya hewayî û xwefirên vî welatî hatine kirin, pûç kirine.

Di encama  vê pevçûnê de 13 welatiyên Tirkiyê  hatin kuştin.

Serepeyv