Kanûn 14, 2024 18:20 Asia/Tehran
  • Talankirina berfireh  a mal û milkên gelê Sûriyê û desteserkirina  ciwanan  bi destê terorîstan

Çavkaniyên sûrî derbrê talankirina  berfireh a mal û milkên xelkê hin beşên Helebê ji aliyê terorîstan ve agahî dan.

Çavkaniyên sûrî ragihandin ku di van rojên derbasbûyî de tax û kolanên El-Nabl û El-Zehra yên Helebê bûne şehedê talankirina milkên  rûniştiyên wê.

Piraniya xelkê  van deverên Sûriyê ji tirsa êrişên hovane yên  terorîstan malên xwe terikandine terorîst ji vê rewşê sûd wergirtin û êrişî malên li van deveran kirine.

bi dehan mal di heyamê sê rojên derbasbûyî de  li Nablus û El-Zehra ji aliyê endamên terorîst ve hatine şewitandin û Zêdetirî 90 Sûrîî bêyî ku çarenivîsa wan were  diyarkirin hatine desteserkirin.

Xelkê  Nablus û El-Zehra di salên derbasbûyî de li himber endamên terorîst ên ku di salên dawî de êrişî Sûriyê kiribûn, ber xwe dan.

Serepeyv