HSD: Diqewime bendava Tişrînê biteqe
Di van rojên dawîn da ji ber pevçûnên gian ên di nasvbera HSDê û terorîstên ser bi Tirkîyê da li herêma Minbicê zîyanên ciddî li bendava Tişrînê ketine.
HSD di daxûyanîyekê da ragihand ku hewlên komên terorîst û çekdar ên ser bi Tirkîyê ji bo serdestbûna li bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê li bakur- rojhilata Helebê hatin pûçkirin.
HSD herwiha ragihand ku komploya hêzên dagirker ên Tirkîyê û hêzên di bin fermana wan da ji bo talankirina serwet û milkên gelê Sûrîyê û kavilkirina vî welatî pêrgî işkestê kirîye û di encama êrişên bi xwofirran ên hêzên ser bi Tirkîyê ser bendava Tişrînê da zîyanên ciddî li dîwarê sîngê vê bendavê ketîye.
Çavkanîyên nûçeyan ên serbixwe jî dibêjin ku heke derbe li bendava Tişrînê bikeve, yê pêrgî xetera teqîn û şikstinê bibe û ev yek xetereke zef ciddî ji bo hin deverên Sûrîye û Iraqê yên li bintara bendavê,ye.