Kanûn 07, 2024 18:57 Asia/Tehran
  • Bi hezaran terorîst ji zindanên Sûriyê revîne

Yek ji rêberên hevpeymaniya Fetih a Iraqê derbarê revîna bi hezaran terorîstan ji zindanên Sûriyê û pîlana welatên rojavayî bo perçekirina vî welatî agahî da.

Sadiq Ebdullah yek ji rêberên Hevpeymaniya Fetih a Iraqê tekez kir ku bi hezaran terorîstên  welatiyê heft welatên curbicur ji zindanên Sûriyê reviyane.

Wî her wiha got: Ev operasiyon piştî êrişa endamên terorîst ser zîndanên navbuhurî pêk hat.  Ev alûgur rasterast ewlehiya welatên navçeyê bi taybet Iraqê dixe metirsiyê. Sadiq Ebdullah  tekez kir terorîzm tiştek ji xeynî  amûrê  zextê li destê  welatên rojavayî bo bidestxistina berjewendiyên wan li herêmê nîne. Tu bûyerek di bin siya şandina pere û çekan  ber bi van terorîstan li Sûriyê  seyr û ecêb nîne.

 Wî got: Alûgurên Sûriyê di çarçoveya nexşerêyeke navdewletî ji bo perçekirina vî welatî û lawazkirina saziyên wê yên fermî û çêkirina aloziyên etnîkî de cih digre.

Serepeyv