Kanûn 06, 2024 19:10 Asia/Tehran
  • Operasiyona hêlîbornê ya artêşa Sûriyê dijî terorîstan

Artêşa Sûriyê bi cihanîna operasiyona Hêlîbornê û jordahatina paraşûtvanan karî kontrola çend navçeyên stratêjîk derdora Hemahê bigire destê xwe.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Spûtnîkê, artêşa Sûriyê bi cihanîna operasiyona Hêlîbornê û jordahatina paraşûtvanên xwe karî careka din kontrola binkeya Tîpa 87 û balafirgeha leşkerî ya Hemahê bigire destê xwe. Li gorî medyayan artêşa Sûriyê herwiha êrişa terorîstên partiya Turkistan, Ozbek û Tacîkan ser dorhêla Laziqiyê jî pûç kir.

Artêşa Sûriyê êrişa terorîstan ser çiyayê Tirkemanê li dorhêla Laziqiyê jî pûç kir. Li gorî nûçeyeka din artêşa Sûriyê hêzên xwe li navçeyên El Rebîe û Mesiyafê li dorhêla herî li bakûr a Hemahê bi cih kirine û derbeyên giran li terorîstan xistine.

Serepeyv