Kanûn 03, 2024 18:25 Asia/Tehran

Roja heftan a alûgurên Sûrîyê di halekî da derbas dibe ku li gorî nûçeyên meydanî, artêşa Sûrîyê li Idlib û Hemayê ber bi pêş va diçe

Çavkanîyên nûçeyan ên sûrî ragihandin ku di navbera artêşa Sûrîyê û terorîstan da li derdora Hemayê pevçûnên giran derketin. Di encama wan pevçûnan da bi dehan terorîst hatin kuştin û birîndarkirin. 

Balafirên cengê yên Ûrsêt û Sûrîyê jî herêmên derdora başûr û bakura Hemayê dan ber bombeyan ku di encamê da bi dehan terorîst hatin kuştin an birîndarkirin û alavên wan jî hatin rûxandin.

Artêşa Sûrîyê di encama operasyonekê da jî karî terorîstan heta 20 kîlometrîya bajarê Hemayê paşda bide û heta bakur-rojavaya Hemayê û nêzîkatîya navenda sereke ya bicihbûna terorîstan pêş da here.

Artêşa SÛrîyê herwiha 14 endamên Konseya Leşkerî ya Dêrezorê li derdora bakur-rojhilata Dêrezorê dîl girtin. 

Artêşa Sûrîyê herwiha cîyê kombûna terorîstên Hey`et Tehrîr ul Şamê li cadeya Heleb- Şamê da ber rokêtan.

Di vî halî da hêzên piştevan ên Heşdi ul Şe`bî yên Iraqê jî ji bo ku li Helebê piştgirîyê bidin artêşa Sûrîyê, derbasî vî welatî bûn.

Medyayên sûrî jî ragihandin ku di navbera Konseya Leşkerî ya Dêrezorê ser bi kurdên Sûrîyê û artêşa SÛrîyê û hevpeymanên Şamê da li Dêrezorê pevçûn derket.

Artêşa Sûrîyê berî vîya derbara liv û tevgerên leşkerî yên çekdarên hanê da hişyarî dabû. Ev di halekî da ye ku HSD duh li gorî lihevkirineke digel terorîstan da, 150 kîlometrên çarkunc li derdora Helebê radestî Tehrîr ul Şamê kir. 

Serepeyv