Dewama sekinîna artêşa Sûriyê li hember êrişên terorîstan dorhêla Heleb û Idlibê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i352318-dewama_sekinîna_artêşa_sûriyê_li_hember_êrişên_terorîstan_dorhêla_heleb_û_idlibê
Artêşa Sûriyê îro Îniyê pêgehên terorîstên Tehrîr El Şamê li dorhêla Heleb û Idlibê dan ber mûşekan.
(last modified 2024-11-29T12:30:08+00:00 )
Tesrîn 29, 2024 15:58 Asia/Tehran
  • Dewama sekinîna artêşa Sûriyê li hember êrişên terorîstan dorhêla Heleb û Idlibê

Artêşa Sûriyê îro Îniyê pêgehên terorîstên Tehrîr El Şamê li dorhêla Heleb û Idlibê dan ber mûşekan.

Çavkaniyên sûrî ragihandin hêzên artêşa Sûriyê piştî sekinîna îro îniyê ya li hemberî êrişa terorîstan li dorhêla bakûr rojavaya Helebê,  20 kes ji wan girtin. Artêşa Sûriyê herwiha bi mûşekê xetên alîkarîgîhandinê yên terorîstan li Dare Izeyê li dorhêla rojava ya Helebê kirin hedef. Herwiha balafirên cengê yên artêşa Sûriyê terorîstên li Idlib û dorhêla wê kirin hedef.

Artêşa Sûriyê bi mûşekan êrişî pêgeh û kombûna terorîstên Tehrîr El Şamê li dorhêla Helebê kirin. Berî nika jî televîzyona Sûriyê ragihandibû komên terorîst êrişî taxên xelktêde li navçeyên Nebel û El Zehrayê li dorhêla bakûr a Helebê kirin.