Li Sûrîyê kartelên maddeyên hişber û komên terorîst bûne hevalbend
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i352233-li_sûrîyê_kartelên_maddeyên_hişber_û_komên_terorîst_bûne_hevalbend
Hevalbendbûna komên terorîst ên dijî hikûmeta Şamê û kartelên maddeyên hişber bûye sebeb ku dîyardeya qaçaxa maddeyên hişber li vî welatî bi awayekî berbiçav zêde bibe.
(last modified 2024-11-22T12:05:19+00:00 )
Tesrîn 22, 2024 15:20 Asia/Tehran
  • Li Sûrîyê kartelên maddeyên hişber û komên terorîst bûne hevalbend

Hevalbendbûna komên terorîst ên dijî hikûmeta Şamê û kartelên maddeyên hişber bûye sebeb ku dîyardeya qaçaxa maddeyên hişber li vî welatî bi awayekî berbiçav zêde bibe.

Şerê navxweî yê Sûrîyê ku bi piştgirîya welatên ereb ji komên çekdar û terorîst bû sedema lawazbûna dewleta Şamê, ji hêlekî din va bûye sedema zemînesazîyê bo çalakbûna kartelên maddeyên hişber. 

Hevgavê zêdebûna qaçaxa maddeyên hişber di encama yekbûn  ûhevalbendîya qaçaxçî û terorîstan, bikaranîna maddeyên hişber jî li Sûrîy zêde bûye û dewleta vî welatî tivdîrên berfire ji bo sekinîna himberî vê dîyardeyê kirîye.

Serokê Nivîsgeha Têkoşîna Dijî Maddeyên Hişber li Sûrîyê got: Di salên şerê dijî Sûrîyê da, maddeyên hişber wek emraza terorîstî hatin bikaranîn, bi awayekî ku komên terorîst û qaçaxçîyên maddeyên hişber li navçeyên ku ne di bin kontrola dewlet û qanûnê da ne, ji bo armancên sûckarana yên têkder û xirab bi şiklê herî baş hevkarîyê dikin.

Terorîst û qaçaxçî sînorên Sûrîyê bi hegera cîgeha erdnigarî ya vî welatî ku ketîye di navbera parzemînan da, bi awayekî narewa bi kar tînin û barên maddeyên hişber ji vî welatî va ber bi welatên din derbas dikin.