Helîborna dagirkerên amerîkî li derdora Dêrzorê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i342620-helîborna_dagirkerên_amerîkî_li_derdora_dêrzorê
Hêzên dagirker ên amerîkî operasyoneke Helîbornê li bajaroka nû ya Ekîdatê li rojhilatê Dêrazorê pêk anîn û hejmareke welatiyan desteser kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 21, 2023 13:45 Asia/Tehran
  • Helîborna dagirkerên amerîkî li derdora Dêrzorê

Hêzên dagirker ên amerîkî operasyoneke Helîbornê li bajaroka nû ya Ekîdatê li rojhilatê Dêrazorê pêk anîn û hejmareke welatiyan desteser kirin.

Çavkaniyên xwecihî ji SANA News'ê ra gotin ku ev operasyona helîbornê vê sibê bi beşdariya mîlîtanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Ekîdatê pêk hat.

Van çavkaniyan qala guleavêtina berfireh ber bi malên niştecihan û erdên wan ên çandiniyê li vê navçeyê kirin.

Çavkaniyên navbirî ragihandin ku dagirkerên amerîkî û mîlîtanên girêdayî bi wan tevî dorpêçkirina navçeyê êrîşî ser malan kirin û sê welatî revandin û veguhestin baregeha dagirkeran li navçeyê.