Sê endamên HSD di encama êrişa Tirkiyê ser rojhilata Sûriyê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i342432-sê_endamên_hsd_di_encama_êrişa_tirkiyê_ser_rojhilata_sûriyê_hatin_kuştin
Çavkaniyên nûçeyan derbarê kuştina sê mîlîtanên HSD di encama êrişa Tirkiyê bi xwefiran ser bajarê Minbicê li rojhilata Sûriyê agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 10, 2023 04:36 Asia/Tehran
  • Sê endamên HSD di encama êrişa Tirkiyê ser rojhilata Sûriyê hatin kuştin

Çavkaniyên nûçeyan derbarê kuştina sê mîlîtanên HSD di encama êrişa Tirkiyê bi xwefiran ser bajarê Minbicê li rojhilata Sûriyê agahî dan.

 Artêşa Tirkiyê bi mehneya rawestana li ber terorîsan, ji sê salan berî niha ve hin beşên berfireh ên navçeyên  bakur û bakur rojilata  Sûriyê dagir kirine û dewamê didin êrişê xwe yên rojane ser van navçana  û xerakirina bineszaiyên wan. 

 Çavkaniyên xwecihî yên agehdar li bajarê Minbicê li derdora Helebê roja yekşemiyê ragihandin ku sê mîlîtanên HSDyê  duh piştî nîvro di encama êrişa esmanî ya Tirkiyê bi xwefirekê hatin kuştin. 

  Çavkaniyên hanê her wiha ragihandin ku endamên vê komê bi trimbêleke cîpê diçûn ku nêzîkî meydana  El-Sêb Behratê li rojavaya  bajarê Minbicê li derdora rojhilata Helebê cîpa wan teqî. 

 Çavkaniyên  nêzkî bi mîlîtanên HSD yê ragihandin ku ev teqîna  piştî êrişa Tirkiyê bi xwefiran cih hat.

Artêşa Tirkiyê û mîlîtaên tundrê yên ser bi wê di salên derbasbûyî de hewil dane ku bi guhertina demografiya navçeyên bakurî yên Sûriyê û derxistina xelkê xwecihî yên wan, endamên komên tundrê dewsa kurdan li van navçana  bi cih bikin.