Di pevçûnên Hezîranê da 271 kes li Sûriyê hatine kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i342283-di_pevçûnên_hezîranê_da_271_kes_li_sûriyê_hatine_kuştin
Rêxistina Zîrevana Mafên Mirov a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di Hezîrana 2023an da 271 kes di encama şer û pevçûnên li Sûriyê da hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 02, 2023 11:16 Asia/Tehran
  • Di pevçûnên Hezîranê da 271 kes li Sûriyê hatine kuştin

Rêxistina Zîrevana Mafên Mirov a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di Hezîrana 2023an da 271 kes di encama şer û pevçûnên li Sûriyê da hatine kuştin.

Li gorî rapora Rêxistina Zîrevana Mafên Mirov a Sûriyê (SOHR), Di meha çûyî da 124 welatiyên sivîl û 48 leşkerên sûrî, 6 endamên DAIŞ'ê, 25 mîlîtanên ser bi Tirkiyê, 21 mîlîtanên ser bi Sûriyê, 31 hêzên Kurd ên Sûriyê û 15 kesên din ji ber teqîn, êrîşên bi çekan, xefikdanîn, bompeyên destçêkirî, kavilên şêrr, bombebarana asimanî û bombedanînê hatine kuştin.

SOHR'ê her wiha qala birîndarbûna bi sedan kesên din di van pevçûnan da kir.