Bergiriya Asimanî ya Artêşa Sûriyê êrîşa dijminê siyonîstî têk şikand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i342273-bergiriya_asimanî_ya_artêşa_sûriyê_êrîşa_dijminê_siyonîstî_têk_şikand
Li pey êrîşa dijminê siyonîstî Pergala Bergiriya Asimanî ya Artêşa Sûriyê li navçeya perravê ya vî welatî li rojavayê parêzgeha Hemahê û bajarê Humsê çalak bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 02, 2023 05:29 Asia/Tehran
  • Bergiriya Asimanî ya Artêşa Sûriyê êrîşa dijminê siyonîstî têk şikand

Li pey êrîşa dijminê siyonîstî Pergala Bergiriya Asimanî ya Artêşa Sûriyê li navçeya perravê ya vî welatî li rojavayê parêzgeha Hemahê û bajarê Humsê çalak bû.

Balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst şeva derbasbûyî çend mûşekên asiman bi erdê ji asimanê bakurê rojhilatê bajarê Beyrûtê, avêtin derdora bajarê Humsê li navenda Sûriyê.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand, Pergala Bergiriya Asimanî ya Artêşa Sûriyê mûşekên dijmin li asimanê navçeya navendî şopandin û pirraniya wan ji nav birin.

Her wiha çavkaniyên xwecihî ragihandin, Li pey êrîşa dijminê siyonîstî Pergala Bergiriya Asimanî ya Artêşa Sûriyê li navçeya perravê ya vî welatî li rojavayê parêzgeha Hemahê û bajarê Humsê çalak bû.

Van çavkaniyan ragihandin, Rejîma Siyonîst hin niqteyên têketina bajarê Humsê dane ber êrîşê.

Hin çavkaniyan jî ragihandin ku mûşekên avêtî ji aliyê Artêşa Sûriyê va, balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst heta asimanê bakurê Filistîna dagirbûyî şopandine.