Rexneya Şêwirmenda Pilebilind a Esed ji îstandardên newekhev ên rojavayê bi mehneya mafên mirovan
Şêwirmenda Pilebilind a Esed,Serokkomarê Sûriyê îstandardên newekev ên Emerîka û Welatên Rojavayî ku bi mehneya mafên mirovan, cih tên, bi tundî rexne kirin.
Buseyna Şeban, di axiftina di civîneke ser mafên mirovan ku bi awayê online li Çînê hat lidarxistin, bal kişand ser kuştina bi milyonan mirovî li seranserê cîhanê ji aliyê Emerîka û welatên rojavayî û teqez kir ku demokrasî tenê jibo nuximandina cinayetên rojavayiyan e.
Şebanê bal kişand ser vê yekê ku piraniya welatan li dû peydakirina alternatîvekê dewsa rojava û Emerîkayê ne û destnîşan kir rojava niha kiryarên bi dijminatî û bi talûke dike ku hejmoniya xwe ser cîhanê biparêze û bi mehneya mafên mirovan, her karekî dike.
Şêwirmenda Pilebilind a Esed got: Nêrîna rojavayî pêka şerên wê ylên berê, bi talûketir bûye ji ber ku mirovantî kiriye armanc, lewma divê bo piştgiriya ji zarokan li himber bîr û hizrên qirêj ên rojavayî, helwêsteke komî were berçavgirtin.