4 kes li Qamişliya Sûriyê hatin kuştin
Bi dû êrişa ser trimbêlekê li derdora bajarê Qamşliya Sûriyê, çar kes hatin kuştin.
kesên di nava vê trimbîlê ketine ber êrişa mûşeka kontroldar an xwefira Tikiyê.
Xwefirên Tirkiyê berêvara çarşemiyê jî navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ya Hwerêam Kurdistana Iraqê dan ber êrişan.
Êrişên Tirkiyê ser bakurê Sûriyê û Iraqê di halekî de cih tên ku Şam û Bexdayê bi caran ev kiryara weke dagirkeriya Tirkiyê dane zanîn û piraniya navçeyên bakurê Sûriyê û Iraqê piştî êrişên li dû hev ên artêşa Tirkiyê hatine valakirin.
Li gor nûçeyeke din, çar welatî ji wan jinek di encama teqîna bombeeke destçêkirî ya teorrîstan li gundê Nebe El-Sexrê li derdora Quneyterê birîndar bûn.
Parêzgeha Quneyterê ketiye başûrê rojavaya Sûriyê li sînorê Filistîna Dgrbûyî ku bajarê Quneyterê 70 km ji Şamê dûr e.