Amerîkayê dema boykotên Sûriyê ji bo saleka din dirêj kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i341222-amerîkayê_dema_boykotên_sûriyê_ji_bo_saleka_din_dirêj_kir
Koşka Sipî ragihand Amerîkayê dema boykotên dijî Sûriyê ji bo saleka din dirêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2023 13:41 Asia/Tehran
  •  Amerîkayê dema boykotên Sûriyê ji bo saleka din dirêj kir

Koşka Sipî ragihand Amerîkayê dema boykotên dijî Sûriyê ji bo saleka din dirêj kir.

Koşka Sipî ragihand, ‘Joe Biden’, Serokkomarê Amerîkayê, biryar daye ta ku dema boykotên yelalî dijî rejîma Sûriyê careka din ji bo saleka din dirêj bike.

Anegorî vê raporê, ev biryara vedigere qanûnên zaf ên bisînorker ku ji aliyê Waşîngtonê ve dijî Şamê ji sala 2004 heta 2012’an hatiye sepandin. Ev bisînorkirin bi awayeka taybet bilûkekirina heyîtiyên kesên taybet û saziyên qanûnî û qedexeya hinardekirina kelûpelan û xizmetên taybet ên amerîkî bo Sûriyê,digirin ber xwe.

Eva di halekî da ye ku wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ereban, roja Yekşemiyê qebûl kir ku Sûriye piştî 12 salan dûrxistinê û têkçûna van welatan bona jordaanîna pergala Sûriyê, vegere nav vê yekîtiyê. Ev yeka di halekî da duh Yekşemiyê qewimî ku di meha dawiyê da hin medyayên rojavayî nivîsîbûn ku Qeter, Merakiş û Kuweyt dijî vê vegerê ne û hin şert û merc jî di vî warî da danîne.