Adar 05, 2023 17:07 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Serokerkanê Artêşa Amerîkayê li ser dewama dagîrkeriya li Sûriyê

Serokerkanê Artêşa Amerîkayê roja Şemiyê nişkêve gihîşt Sûriyê çû seredana hêzên dagirker ên amerîkî yên li rojhilatê Sûriyê.

Ajansa nûçeyan a Reuters’ê ragihand ku Serokerkanê Artêşa Amerîkayê “Mark Milley”, ji bo nirxandina pêspartiyên hêzên amerîkî di şerrê li hember DAIŞ’ê da nişkêva gihîşt Sûrîyê.

Wî ji nûçegîhanên ligel xwe re got, pêspartiya hêzên amerîkî li Sûriyê peywendiya xwe bi dabînkirina ewlehiya Amerîkayê û hevgirtiyên vî welatî re heye.

Bicihbûn û mayîna hêzên dagirker ên amerîkî li Sûriyê berovajî hemî nirx û rêzikên navneteweyî ye û hikûmeta qanûnî ya Sûriyê bi caran nerizamendiya xwe li hember wê nîşan daye û xwestiye ku ev hêzane ji vî welatî derkevin.

Ev sefera di halekî da ye ku Serokerkanê Artêşa Amerîkayê roja Îniyê li Erdên Dagîrbûyî bi rayedarên Rejîma Siyonîst ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

 

Serepeyv