Barê pêncem ê alîkariyên Îranê bo mexdûrên erdhejê li Sûriyê hat şandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i339392-barê_pêncem_ê_alîkariyên_Îranê_bo_mexdûrên_erdhejê_li_sûriyê_hat_şandin
Pêncemîn barê alîkariyên însandostane yên Komara Îslamî ya Îranê bo mexdûrên erdhejê li Sûriyê gihîşte Şamê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 09, 2023 11:37 Asia/Tehran
  • Barê pêncem ê alîkariyên Îranê bo mexdûrên erdhejê li Sûriyê hat şandin

Pêncemîn barê alîkariyên însandostane yên Komara Îslamî ya Îranê bo mexdûrên erdhejê li Sûriyê gihîşte Şamê.

Li gorî rapora ISNA’yê, Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Sûriyê di vî warî da bi twîtekê ragihand: “Vê sibê pêncemîn barê alîkariyên însandostane yên Komara Îslamî ya Îranê bo ziyandîtiyên erdhejê li Sûriyê ku pêkhatî ji 45 ton betanî, mafûr, kon û xwaremenî ye, gihîşte balefirgeha Şamê.”

Erdhejeke bi hêza 7,8 Rîşteran berbanga roja Duşemiyê, 6ê Sibata 2023an, deverên başûrê Tirkiyê û bakurê Sûriyê hejandin.

Li gorî rapora, hejmara candayîyên ji ber erdheja berbnaga Duşemiyê li Sûriye û Tirkiyê gihîştiye zêdetirî 15 hezar kesî.