“Ehrar ul-Şehba”; Koma çekdar a nû ku li bakurê Sûriyê hat avakirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i339256-ehrar_ul_Şehba_koma_çekdar_a_nû_ku_li_bakurê_sûriyê_hat_avakirin
Sê komên çekdar li navçeyên di bin kontrola çekdarên bi navê “Artêşa Neteweyî” li bakurê Heleba Sûriyê bi hev ra bûn û yek û komeke nû bi navê “Ehrar ul-Şehba”yê ava kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 04, 2023 11:50 Asia/Tehran
  • “Ehrar ul-Şehba”; Koma çekdar a nû ku li bakurê Sûriyê hat avakirin

Sê komên çekdar li navçeyên di bin kontrola çekdarên bi navê “Artêşa Neteweyî” li bakurê Heleba Sûriyê bi hev ra bûn û yek û komeke nû bi navê “Ehrar ul-Şehba”yê ava kirin.

Li gorî rapora roja Înîyê ya Kanala El-Meyadînê, sê komên çekdar bi navê “Ehrar ul-Şam”, “Tevgera Nûreddîn Zenkî” û “Ehrar ul-Tohîd”ê bi dayîna daxuyaniyekê têkelbûn û yekbûna xwe ragihandin.

Ev pêkhateya leşkerî yekem pêkhate ye ku berovajiya  biryarên dewlet demkî (aliyên dijber) ya Sûriyê tê avakirin.

Hîn hûrgiliyên zêdetir derbarê vê koma çekdar a nû li Helebê belav nebûne.

Hêjayî gotinê ye sê navçe di sala 2018an da ji aliyê artêşa Sûriyê va hatin kontrolkirin, lê navçeya çarem ku Îdilb û hin deverên Laziqîye, Hemah û Helebê digire ber xwe, hîn di destê komên terorîst da ye.