Ji ber Nexweşiya Kolêrayê 100 kes li bakur-rojavayê Sûrîyê mirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i338919-ji_ber_nexweşiya_kolêrayê_100_kes_li_bakur_rojavayê_sûrîyê_mirine
Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê û Nivîsgeha Rêkxistina Karên Mirovî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandin ku 100 kes di encama tûşbûna bi nexweşiya Kolêra anku Webayê da li bakur-rojavayê Sûrîyê mirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 19, 2023 11:32 Asia/Tehran
  • Ji ber Nexweşiya Kolêrayê 100 kes li bakur-rojavayê Sûrîyê mirine

Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê û Nivîsgeha Rêkxistina Karên Mirovî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandin ku 100 kes di encama tûşbûna bi nexweşiya Kolêra anku Webayê da li bakur-rojavayê Sûrîyê mirine.

Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê û Nivîsgeha Rêkxistina Karên Mirovî ya NY’yê ragihandin: “Ji destpêka belavbûna Kolêrayê di meha Tebaxa buhurî va, 100 kes di encama tûşbûna bi Kolêrayê da li bakur-rojavayê Sûrîyê mirine.”

Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê û Nivîsgeha Rêkxistina Karên Mirovî ya NY’yê herwiha ragihandin: “Zêde ji 77 hezar haletên biguman ên tûşbûna bi Kolêrayê li 14 parêzgehên Sûrîyê hatin tomarkirin ku pirranî li bakur-rojavayê Sûrîyê ne ku di bin kontrola komên çekdar ên dijî hikûmetê da ye.”

Beşeke berfire ya bakurê Sûrîyê nika di bin dagirkerîya artêşa Tirkîyê û komên çekdar ên di bin sîya Enqereyê da ye û artêşa Tirkîyê ev çend meh in av ser gellek deverên bakurê Sûrîyê da birrîye û ji ber vê yekê nexweşîya Kolêrayê li wê herêmê berbelav bûye.