Li Şamê Operaya 'Azadiya Sor' ji bo bibîranîna Şehîd Sulêymanî hat pêşkêşkirin
Çile 08, 2023 16:05 Asia/Tehran
Operaya 'Azadiya Sor' ji bo bibîranîna Şehîdên Berxwedanê, şehîd Sulêymanî û şehîd Ebû Mehdî Muhendis li talara operayê ya bajarê Şamê, paytexta Sûriyê, hat pêşkêşkirin.
Li gorî rapora IRAN Press'ê, Operaya bi navê 'Azadiya Sor' di dem û rojên salvegera şehîdbûna serdar Sulêymanî û hevrêyên wî bi armanca rêzgirtina li şehîdên Bereya Berxwedanê û fîdakariya wan di têkoşîna li hemberî komên terorîst nemaze DAIŞ'ê li Şamê hat pêşkêşkirin.
Sê parçeyên mûzîkê li Operaya 'Azadiya Sor' hat pêşkêşkirin ku tûşî pêşwaziya berfireh ji aliyê beşdarên vê rûdana çandî bûn.
Wezîrên Geştyarî û Çandê yên Sûriyê jî beşdarî vê operayê bûbûn û ev opera bi armanca sipasiya ji ked û zehmeta Berevanên Heremê û di serî da Şehîd Serdar Sulêymanî hat lidarxistin.