Çile 04, 2023 18:04 Asia/Tehran
  • Şamê bertek nîşanî êrîşa Bin Gvêr li ser Mizgefta Eqsayê da

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê bertek nîşanî êrîşa Îtmar Bin Gvêr Wezîrê Ewlehiya Navxweyî yê Rejîma Siyonîst li ser Mizgefta Eqsayê da.

Bin Gvêr roja Sêşemiyê di bin tevdîrên giran ên ewlehiyê da û di halekî da ku êlega dijegule li xwe kiribû, destdirêjî li Mizgeta Eqsayê kir.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya SANA News'ê, Wezareta Karên Derve ya Sûriyê bi weşandina daxuyaniyekê êrîşa kom û berpirsên siyonîst li ser qadên Mizgefta Eqsayê ku di bin piştevaniya dagirkeran da pêk tê, bi tundî şermezar kir.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê di daxuyaniya xwe da ragihandiye: Ev kiryarên handêr beşek ji siyaseta plandarêştî ji aliyê dagirkeran ji bo êrîşa li ser cihwarên pîroz ên filistîniyan û hewldana ji bo jinavbirina pênaseya wan e.

 

Serepeyv