Baregeha eskerên Amerîkayê li bakur- rojhilatê Sûriyê ket ber êrişa bi mûşekan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i338514-baregeha_eskerên_amerîkayê_li_bakur_rojhilatê_sûriyê_ket_ber_êrişa_bi_mûşekan
 Baregeha hêzên amerîkî li meydana niftê li bakurê rojhilatê Sûriyê Îniyê şevê ket ber êrişa bi mûşekan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2022 10:16 Asia/Tehran
  • Baregeha eskerên Amerîkayê li bakur- rojhilatê Sûriyê ket ber êrişa bi mûşekan

 Baregeha hêzên amerîkî li meydana niftê li bakurê rojhilatê Sûriyê Îniyê şevê ket ber êrişa bi mûşekan.

 Baregeha niftê ya El-Omerê ku baregeha herî mezin a eskerî ya hêzên amerîkî li rojhilatê Dêarzorê ye, Îniyê şevê ket ber êrişeke nenas, ku di encama wê de li derdora meqerê û navçeya kesk li nav meyana El-Omerê çend teqîn qewimîn.

 Piştî van teqînên giran, balefirên cengê yên Amerîkayê û xwefirên wê bi awayekî berfireh li asimanê bajarok û gundên derdora meydana El- Omerê firrîn.

Heta niha asta xisaret û birîndarên muhtemel li nav eskerên amerîkî nehatiye regehandin.

 Meydana niftê ya El-Omerê 23ê Mijdarê jî ket ber êrişa mûşek û rokêtan.