Meqera eskerên Amerîkayê li Dêrazorê ket ber êrişa bi mûşekan
Meqera hêzên amerîkî li meydana niftê li bakur- rojhilatê Sûriyê êvara Şemiyê ket ber êrişa bi mûşekan.
Ajansa nûçeyan a Rûsiyê, Sputnik'ê ragihand ku meydana niftê ya El-Umerê ku meqera herî mezin a eskerî ya hêzên amerîkî li rojhilatê Dêrazorê ye, Şemiyê bi şev ket ber êrişa kesên nenas ku di encama wê de çend teqîn li derdora meqerê û navçeya kesk li nav meydana El-Umerê qewimîn.
Sputnik'ê ji zarê çavkaniyên sûrî yên xwecihî ragihand ku meydana niftê ya El-Umerê bi curekê ket ber êrişan ku dengê teqînê li hemî gundên vê navçeyê hatibû bihîstin.
Piştî teqînên giran, xwefirên amerîkî li asimanê bajarok û gundên derdora meydana El-Umerê bi awayekî berfireh firrîn.
Heta niha asta ziyan û birîndarên muhtemel li nav eskerên amerîkî nehatiye ragihandin.
Ev meydana niftê 23ê Mijdarê jî ket ber êrişa bi mûşekan.
Meqerên herî mezin ên amerîkî ketine rex meqera niftê ya El-Umerê li rojhilatê Dêrazorê.
Meydana niftê ya El-Umerê navenda niftê ya herî mezin li Sûriyê ye.