Çend teqîn li baregeheke leşkerî ya herî mezin a Amerîkayê li Sûriyê qewimîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i336489-Çend_teqîn_li_baregeheke_leşkerî_ya_herî_mezin_a_amerîkayê_li_sûriyê_qewimîn
Çavkaniyên nûçeyan êvara Çarşemiyê qala bihîstina dengê çend teqînan li baregeheke leşkerî ya herî mezin a artêşa Amerîkayê ya terorîst li rojhilatê Sûriyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 15, 2022 05:56 Asia/Tehran
  • Çend teqîn li baregeheke leşkerî ya herî mezin a Amerîkayê li Sûriyê qewimîn

Çavkaniyên nûçeyan êvara Çarşemiyê qala bihîstina dengê çend teqînan li baregeheke leşkerî ya herî mezin a artêşa Amerîkayê ya terorîst li rojhilatê Sûriyê kir.

Baregehên Amerîkayê yên neqanûnî li Sûriyê di mehên dawî da çend caran ketine ber êrîşê.

Ajansa Sputnik'ê êvara Çarşemiyê ragihand, Dengê çend teqînên mezin ji baregeha leşkerên Amerîkayê li qada neftê ya El-Umerê li paarêzgeha Dêrazora rojhilatê Sûriyê hatiye bihîstin.

Piştî qewimîna van teqînan, agirpêketineke mezin li vê baregehê qewimiye.

Li gorî vê raporê, heta niha sedema qewimîna van teqînan li baregeha leşkerên amerîkî yên terorîst li meydana neftî ya El-Umerê diyar nebûye.