Îlon 08, 2022 17:29 Asia/Tehran
  • Perwerdekirina çekdarên Kurd ji aliyê Amerîka ve li bakurê Sûriyê

Hêzên Amerîkî li bakurê Sûrîyê perwerdeya leşkerî didin "Yekîneyên Parastina Gel" (YPG), ên kurdên Sûriyê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadolê ya Tirkiyê, hêzên Amerîkayê meşqa leşkerî bo hêzên kurd ên Yekîneyên Parastina Gel li nêzîkî gundê "Teql Beqel" li başûrê bajarokê Malikiyê li sêgoşeya sînorê Iraq, Sûriye û Tirkiyê pêk anîn.

Li gorî vê raporê, nêzîkî 250 milîsên kurd ji aliyê hêzên Amerîkî ve ji bo bikaranîna çekên giran, tirimpêlên zirihî û bombeyên deng hatine perwerdekirin.

Şeva Sêşemê, Amerîka nêzîkî 40 kamyonên barhilgirê alavên leşkerî û tirimpêlên zirxî yên "Hummer" û "Bradley" şandibûn herêmê daku di vê meşqa hevbeş de bikar bînin.

Çavkaniyên nûçeyan danê sibê roja Çarşemê ragihandin ku karwanek çek, sîlah û alavên piştevaniyê yên hêzên Amerîkî bi rêya derbasgeha neqanûnî ya "El-Welîd" li Rîfa bajarê Qamişlo derbasî navçeyên bakurê rojhilatê parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyê bûn.

Berî niha jî Wezareta Derve ya Sûriyê ragihandibû, ku kiryarên artêşa Amerîkayê yên li ser talankirin û bazirganiya neqanûnî ya çavkaniyên petrol û gaza Sûriyê bi piştevaniya komên çekdar ên ku ji aliyê Washingtonê ve tên piştgirîkirin, di beşa derxistin, dabînkirin, belavkirin û veberhênana petrol, gaz û çavkaniyên jêrzemînî yên vî welatî, 107.1 milyar dolar ziyan gihandiye Sûriyê.

Serepeyv