Êrîşa artêşa dagîrker a Amerîkayê ser Dêrazora Sûriyê
Hêzên dagirker ên Amerîkayê li Dêrazorê êrîşî navendên binesaziya Sûriyê kirin.
Bi jinavçûna koma têrorîst a DAIŞ`ê wek milê leşkerî yê Amerîkayê li Sûriyê (Mijdara 2017`an), hêzên Amerîkayê rasterast şûna vê koma têrorîst girtin û ji wê demê de li şûna DAIŞ`ê dest bi derxistin û dizîna nefta Sûriyê kirin.
Li gorî ragihandina Reutersê ya roja Çarşemê, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, li ser fermana Serokomarê Amerîka Joe Biden, hêzên leşkerî yên vî welatî êrîşên asmanî li Dêrazorê li ser navendên binesaziya Sûriyê pêk anî.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîka di vê daxuyaniyê de îdia kiriye ku ev êrîş ji bo parastina hêzên Amerîkî ji êrîşên mîlîşyayên ser bi Îranê ve pêk aniye, wek êrîşên ku roja 15ê Tebaxê li dijî hêzên Amerîka hatine kirin.
Di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê de behsa ziyanên muhtemel ên însanî û maddî nehatiye kirin.
Di destpêka vê hefteyê de, nûçegihanê Sputnikê li Dêrazorê ragihandibû ku çend rokêtan baregeha leşkerî ya hêzên dagîrker ên Amerîkî li qada petrolê ya El-Omer li rojhilatê bajarê Dêrazora Sûriyê kirin armanc û piştî wê jî balafirên şer ên Amerîkî li ser asîmanê Sûriyê firrîn.
“Donald Trump” serokomarê berê yê Amerîkayê bi eşkere gotibû ku hebûna hêzên Amerîkayê li Sûriyê ji bo bîrên petrolê ye.