Tebax 11, 2022 14:34 Asia/Tehran
  • HSDê aşkere kir: Di êrîşa ser Qamişlo de 4 şervanên wê jiyana xwe ji dest dan

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nasnameyên 4 şervanên Erka Xweparastinê eşkere kirin, ku roja Sêşembê 9ê Tebaxê di êrîşeke dronî ya artêşa Tirkiyê de li bajarê Qamişlo yê bakurê Sûriyê jiyana xwe ji dest dabûn.

Navenda Ragihandinê ya HSDê derbarê êrîşa roja Sêşembê 9ê Tebaxê ya Tirkiyê bo ser Qamişlo ku bi dronekê hatibû pêkanîn, daxuyaniyeke nû belav kir.

HSD di wê daxuyaniya nivîskî de hejmara kuştî û birîndarên êrîşa li ser Qamişlo aşkere dike û dibêje, “roja Sêşemê dewleta Tirk a dagirker navendeke Hêzên Erka Xweparastinê ya ku parastina nexweşxaneyên bajarê Qamişlo dike, hedef girt. Di encamê de 4 şervanên wan dema ku li ser karê xwe bûn, şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn.”

HSD têkildarî êrîşên Tirkiyê dibêje, êrîşên Tirkiyê yên li dijî herêmên kurdî yên Sûriyê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de gelek zêde bûne û wiha berdewam dike: “Di çend rojên dawîn de, dewleta Tirk rasterast tax û erebeyên sivîlan li nav bajarên bi welatiyan dagirtî, her wiha saziyên ewlehiyê yên berpirsên parastina navendên xizmetguzariyê ne hedef girtin. Bi vî rengî hemû peymanên navneteweyî yên têkildarî şer û pevçûnan de binpê dike, nemaze peymana agirbestê ya ku bi Amerîka û Rûsyayê re di Cotmeha 2019'an de hatine îmzekirin.”

Roja Sêşembê 9ê Tebaxê droneke artêşa Tirkiyê cihek li pişt Nexweşxana Jiyan-Covid 19 a li bakurê bajarê Qamişlo li nêzî rêya Hîzamê ya li bakurê bajêr, bombebaran kiribû.

Serepeyv