Êrişên artêşa Tirkiyê yên bi çekên giran, topxane û dronan ser bakur û rojhilatê Sûriyê
Di 48 saetên dawîn de, artêşa dagîrker a Tirkiyê bi dehan gundên sînorî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kirin. Di encamê de 5 welatî hatin kuştin û bi dehan welatî û di nav de jin, zarok û xebatkarên çapemeniyê jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine, di nava 48 saetên dawîn de bi dijwarî û bi çekên giran û balafirên bêmirov ên biçek, bi dehan gundên sînorî topbaran û bombebaran kirin.
Artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê di rojên 8 û 9 Tebaxê de bi caran bi çekên giran û topxaneyê gundên ser bo Qamişlo, Heseke, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Rifet û navçeya Til Temirê ya li ser rêya M4 topbaran û gullebaran kirin û di encama van êrişên dirindane a artêşa tirk 5 sûrî hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Herwiha hat ragihand ku artêşa Tirkiyê, baregeheke artêşa Sûriyê jî li gundê Xerzê yê navçeya Amûdê kir hedefa êrişên xwe.
Ev êrişên dewleta Tirk ligel bêdengiya navneteweyî û herêmî, bi taybet ya Rûsya û Amerîkayê ku garantorên agirbesta di Cotmeha 2019'an de hatiye îmzekirin in, pêk tê.