Artêşa Sûriyê leşkerên Amerîkayê paşde vegerandin
Hêzên Sûriyê rê li ber derbasbûna karwanekî leşkerî ya Amerîkayê girtin û ew neçar kirin ku paşde vegerin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) duh Çarşemê, komek leşkerên Sûriyê li xaleke kontrolê rê li ber karwanekî leşkerî ya Amerîkayê li devera "Tel Setîh" ya bajarê Qamişloyê girtin û ew neçar kirin ku paşde vegerin.
Hêzên artêşa Sûriyê diyar kirin ku ew rê nadin ti karwanekî leşkerî yê Amerîkayê ku derbas bibin û dê rê li ber wan bigirin.
Li gor çavkaniyên xwecihî yên Sûriyê, hêzên Amerîkayê yên li rojhilatê wî welatî neft û genimê Sûriyê bi qaçaxî derbasî welatên cîran dikin.
Li gorî Wezareta Petrolê ya Sûriyê, rojane 70 hezar bermîlên petrola Sûriyê ji aliyê hêzên dagirker ên Amerîkayê û hêzên ser bi wê ve li herêmên rojhilat tên dizîn.
Hikûmeta Sûriyê bi berdewamî tekez kiriye ku pêkhateyên terorîst ên Amerîkayê û hêzên girêdayî wê li rojhilat û bakûrê rojhilatê Sûriyê ji bilî talankirina petrola vî welatî ti armanceke din nîne û divê ji navçeyê derkevin.