Hezîran 27, 2022 13:02 Asia/Tehran
  • Kokbirkirina daristanan li Efrîna dagirbûyî didome

Komên girêdayî bi artêşa Tirkiyê li Efrîna dagirkirî zêdetirî sed daran birîn.

Hawar Newsê nivîsiye: Çavkaniyan ji ajansa me re dan zanîn ku çeteyên “Lîwa Semerqend” ên girêdayî artêşa Tirkiyê li gundên Hec Qasima yl navçeya Mabeta û gundê Dela yê navçeya Şiyê yên Efrîna dagirkirî, bêhtirî sed darî birîn.

Dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê li herêmên dagirkirî guhartina demografî, polîtîkayên tirkkirinê, jinavbirina xwezayê û talankirina şûnwaran didomînin.

Li gor amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê, Dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê ji dema dagirkirina Efrînê ve bêhtirî 34 hezar darên zeytûnan û yên daristanî birîne.

Serepeyv