Rexneyên nûnerê Rûsyayê li ser operasyona Tirkiyê ya li bakurê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i334621-rexneyên_nûnerê_rûsyayê_li_ser_operasyona_tirkiyê_ya_li_bakurê_sûriyê
Nûnerê Rûsyayê di civîna Astana ya derbarê Sûriyê de operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê bi neaqilane û neqanûnî bi nav kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 15, 2022 17:59 Asia/Tehran
  • Rexneyên nûnerê Rûsyayê li ser operasyona Tirkiyê ya li bakurê Sûriyê

Nûnerê Rûsyayê di civîna Astana ya derbarê Sûriyê de operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê bi neaqilane û neqanûnî bi nav kir.

Operasyona neqanûnî ya Tirkiyê li Sûriyê her tim ji aliyê Şamê ve hatiye rexnekirin û protestokirin. Lê ev êrîş bi behaneya şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) û YPGê berdewam dikin.

Kiryarên leşkerî yên Tirkiyê li bakurê Sûriyê di 18emîn Rûniştina Astanayê de rastî rexneyên tund ên nûnerê Rûsyayê hat.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ILNA`yê, Aleksander Lavrentyev, nûnerê Rûsiyê li civîna Astana roja çarşemiyê, bal kişand ser vê yekê ku Moskow operasyona leşkerî ya muhtemel a Tirkiyê li Sûriyê neaqilane dihesibîne, ji ber ku ev yek dibe sedema zêdekirina aloziyan û têkdana aramiyê.

Lavrentyev herwiha rexne li hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyê û talankirina petrola wê û herwiha êrişên Îsraîlê bo ser Şamê kir.

Civîna Astana ya 2 rojî ya derbarê Sûriyê de îro Çarşemê li paytexta Qazaxistanê Nûrsultan dest pê kir.

Danûstandinên Astaneyê bi însiyatîfa Komara Îslamî ya Îranê, bi hevkariya Rûsiye û Tirkiyê, ji Çileya sala 2017`an ve bi armanca pêkanîna aştiyê li Sûriyê dest pê kir.