Li Efrîna Sûriyê di navbera grûpên çete de şer derket û çend kes Kuştî û birîndar bûn
Li gundê Firêfra yê navçeya Cindirêsê di navbera komên çete û kesên li gund hatine bicihkirin de şer rû da, di encamê 3 kes hatine kuştin 4 kes jî birîndar bûn.
Li gorî medya kurdên Sûriyê Roja Sêşemê, 14ê meha Hezîranê de, li gundê Firêriyê yê ser bi nahiyeya Cindirêsê ya Herêma Efrînê, di navbera grûpên çete yên ser bi Tirkiyê de û erbên bicihkirî li deverên kurdan şer û pevçûn derketin.
Çavkaniyên herêmî dibêjin, ew şer û pevçûn bi sedema nakokiya grûpên çekdar bûn, derbarê dabeşkirin mûsimê îsal ji berhmên çandiniyê yên genimê Kurdên Efrînê.
Di encama van şer û pevçûnan de 3 kes ji Eşîra Cemelan hatin kuştin û 4 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Çeteyên ku di wî şerî de beşdar bûn, yên grûpa bi navê Emşat ji Eşîra Cemelan ên gundewarê rojhilatê bajarê Hemayê, li aliyekî, û hinek çekdarên ji bajarokê Encare yê ser bi gundewarê navçeya Semaan Xerbî, ji malbata Salim in.
Rewşa aloz li gundê Firêriyê yê ser bi nahiyeya Cindirêsê, heta şeva Sêşemê jî aloz bû. Hevdem çeteyên grûpa bi navê Hemzat ji ber wê rewşê ketine amadebaşiyê.