Dagirkeriya Tirk du gundên Minbicê topbaran dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i334328-dagirkeriya_tirk_du_gundên_minbicê_topbaran_dike
Şavkaniyên sûrî dibêjn artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê deverên bakura sûriyê yên wek gundên Minbic û Serê Kanî û Kobanê ji wan gundên Ewn Dadat û Mihsenlî yên bakurê Minbicê topbaran dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 01, 2022 15:35 Asia/Tehran
  • Dagirkeriya Tirk du gundên Minbicê topbaran dike

Şavkaniyên sûrî dibêjn artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê deverên bakura sûriyê yên wek gundên Minbic û Serê Kanî û Kobanê ji wan gundên Ewn Dadat û Mihsenlî yên bakurê Minbicê topbaran dike.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Ewn Dadat û Mihsenlî yên bakurê Minbicê topbaran dikin. Heta niha 14 top li herêmê ketine.

Çavkaniyên Sûriyê ragihandin ku hêzên Tirkiyê û çeteyîn wê bi roketan êrişî gundên Ebû Nitulleh, Kîcqeran li devera Eyn Îsa li gundewarê bakurê Reqayê kirine, lê behsa ziyanên canî nekirin.

Di rojên derbasbûyî de, artêşa Tirkiyê careke din êrişên xwe li ser axa Sûriyê zêde kirine û Enqerê ji bo dagirkeriyeke din çend karwanên leşkerî bi alavên leşkerî yên giran şandine navçeyên sînorî yên hevbeşê Sûriyê.