Nûrî Mehmûd: Em gefa Erdoxan cidî digirin / Erdoxan ji bo êrîşê hin çirayên kesk wergirtine
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên Sûriyê gefa Tirkiyê derbarê êrîşa dubare li ser navçeyên kurdnişîn ên Sûriyê tam cidî zanî û got ku YPG ji bo şerekî ciyawaz di gel hêzên êrîşker ên Tirkiyê amade ye.
Nûrî Mehmûd, Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê hegerên cidîbûna gefên Tirkiyê ji bo êrîşa dubare li ser navçeyên bakûr û rojhilatê Sûriyê got: Hegera yekem ev e ku hikûmeta Tirkiyê êdî nikare qeyranên xwe yên navxweyî kontrol bike. Hegera duyem jî ev eku Tirkiye nîgeranê tevgerên kurdên Sûriyê ye û tevgerên kurdên Sûriyê berbendek li ser rêya projeyên fdaşîstî û cîhadî yên serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdoxan e û ji ber vê yekê îhtimala êrîşa dubare ya Tirkiyê li ser bakûr û rojhilatê Sûriyê gelekî zêde ye.
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) armanca sereke ya Tirkiyê, dagirkirina navçeyên nû li bakûr û rojhilatê Sûriyê ye û piştî wê jî dor digihêje Heleb, Mûsil û Kerkûkê.
Hevdem çavkaniyên sûrî tevî amajeya bi dewama êrîşên topxaneyî û mûşekî ya Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi Enqerê li ser bakûr û rojhilatê Sûriyê, qala revîna niştecihên vê navçeyê kir.
Receb Teyib Erdoxan şeva derbasbûyî di vegeriyana xwe ji serdana bo Komara Azerbaycanê careke din gefa xwe li dijî kurdên Sûriyê dubare kir û got, hema wisa ku em dijî hêzên kurd li bakûrê Iraqê şer dikin, bi zûtî em ji bo jinavbirina hêzên kurd li bakûr û rojhilatê Sûriyêm, êrîşî vê navçeyê jî bikin.
Tirkiyê di salên dawî da bi behaneya serkutkirina hêzên kurd, gelek navçeyên Sûriyê dagir kirine.