May 14, 2022 13:00 Asia/Tehran
  •  Efrîna dagirbûyî: Di navbera çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê û niştecihan da pevçûn derket

Li navenda Efrînê di navbera çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê û niştecihan şerekî dijwar derket

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Li gorî çavkaniyên ji hundirê Efrîna dagirkirî, beriya çend saetan li gel çerxerêya Kawa ya li navenda Efrîna dagirkirî şerekî dijwar rû da.

Çavkaniyan eşkere kir ku şer di navbera çeteyên "Artêşa Îslam" ên Dewleta Tirkiyê û niştecihan de çê bû.

Tu agahiyên li ser sedemên derketina şer, hejmara kuştiyên her du aliyan de bi dest neketin.

Li herêmên ji hêla dewleta Tirkiyê ve hatine dagirkirin bi taybet Efrînê tevliheviya ewlehî û pevçûnên bênavber ên çeteyên dagirker bi xwe û niştecihên li wir de rû didin.

Sedema şer û pevçûnan nakokiyên li ser dizîna mal û milkên welatiyên koçber bûne, ye.

Serepeyv