Li Efrîna dagirkirî: Avakirina komavahiyên niştecîkirina Ereb û Tirkmenên hawirde hatiye bilezkirin
Pêvajoya avakirina komavahiyên niştecîkirina Ereb û Turkmenên hawirde li herêma Efrînê ya bakûrê Sûriyê hatiye berfirehkirin û bilezkirin. Herî dawî komavahiyek ji 250 malên niştecîkirinê li Cindirêsê hatiye avakirin.
Li herêma Efrînê ya bakûrê Sûriyê, pêvajoya avakirina komavahiyên niştecîkirina Ereb û Tirkumenên hawirde hatiye berfirehkirin û bilezkirin.
Ji bilî komavahiyên ku amade bûne û hawirde di navde hatine niştecîkirin, hin komavahiyên nû hatine biserrîkirin û hin jî karê avakirinê di nav wan de dest pê kiriye.
Qanûnnas û endamê komîteya rawêjkar a Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriye (PDKS) Ednan Mûrad ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, di vê qonaxê de pêvajoya avakirina komlgehan berfireh bûye.
Ednan Mûrad her wiha got, hin xelkê Efrînê zeviyên xwe difiroşin û komavahî li ser tên avakirin, ev yek jî ji bo herêmê pir metirsîdar e.
Ji bilî komavahiyên niştecîkirin, dibistan û navendên fêrkirina zanistên olî jî tên avakirin. Çavkaniyeke taybet ji nav Efrînê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku bîr û baweriyên tundajo li dibistan û navendên ser bi grûpên Îslamî yên zêdegav ve tên fêrkirin û belavkirin.
Avakirina avahî, dibistan û navendên zanistên olî ji aliyê hin Rêxistinên Tirkiyê ve wekî Beyaz Eller, û welatên dorhêla Kendava Farisê, di serî de Qeter û Kuweyt ve tên piştgirîkirin.