Nîsan 28, 2022 15:29 Asia/Tehran
  • Berdevkê YPG`ê bersiva îdiayên PDK`ê derbarê destserkirina amûrên leşkerî yên YPG`ê, da

Berdevkê hêzên kurd ên Sûriyê, YPG`ê Nûrî Mehmûd îro bi daxuyaniyekê bersiv da îdiayên Asayîşa PDK`ê ku dibêjin amûrên leşkerî yên YPG`ê şandine li Dihokê hatine girtin. Mehmûd got ev îdia ne rast in û PDK bi îdiayên bi vî rengî hewl dide hevkariya xwe bi dewleta Tirkiyê re binixumîne.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel ên kurdên sûrî (YPG) Nûrî Mehmûd têkildarî daxuyaniya PDK`ê der barê şandina amûrên leşkerî ji aliyê YPG`ê ve bo Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek da.

Di vê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku roja 26`ê Nîsanê, Asayîşa PDK`ê îdia kir ku wê gelek amûrên leşkerî ku YPG ji PKKê re şandibûn li Dihokê desteser kirine. Di dewamê de Berdevkê YPG diyar dike: Tu têkiliya me bi wan amûrên leşkerî ku li Dihokê ji aliyê Asayîşa PDK`ê ve hatin girtin re nîn e. Di îdiyayê de tê gotin ku ev amûr ji aliyê yek ji berpirsiyarên YPG`ê Rodî Hisên ve hatine şandin.

Nûrî Mehmûd herwiha dibêje: "Di nava YPG`ê de kesekî bi vî navî nîn e. Ev bûyer û tiştên ku ji aliyê PDK`ê ve tên gotin ne rast in. Bi rêya nûçeyên bi vê awayî PDK hewl dide ku hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re binixumîne. Her wiha hewl dide ku êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk rewa bide nîşandan. Di demekê de ku êrişên dagirkeriyê li ser Herêma Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûne, belavkirina îdiayên bi vî rengî gumanan çêdike."

Di daxuyaniya YPGê de herwiha hatiye ragihandin ku PDKê dixwaze bi nûçeyên bi vî awayî bi zanabûn destkeftên kurdên Sûriyê ji nav bibe û zirarê bide tekiliyên wê yên dîplomatîk. PDK her wiha bi nûçeyên bi vî awayî hewl dide ku bertekên ku di raya giştî ya kurdî de li hember wê dekretine, beralî bike. Pêwîst e gelê me û raya giştî nûçeyên bi vî awayî bawer nekin.”

Serepeyv