Nîsan 11, 2022 14:42 Asia/Tehran
  •  Welatiyê efrînî ji ber li aqubeta du kurên xwe yên revandî pirsî hate girtin

Welatiyekî efrînî ku li aqubeta du kurên xwe yên revandî pirsî, ji aliyê MÎT'ê ve hate girtin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Îstîxbarata Tirkiyê beriya hefteyekê welatiyê bi navê Ednan Bekir ê ji gundê Baflor ê navçeya Cindirês ya herêma Efrînê revand.

Li gorî çavkaniyan; Ednan ji bo li aqubeta du kurê xwe yên revandî (Amir û Ednan) bipirse serî li saziyên ewlehiyê yên li Stenbolê da û li wir ji aliyê MÎT'ê ve hate girtin.

Çavkaniyan diyar kir ku malbata Ednan Bekir, beriya 7'an bi mebesta kar li Tirkiyê dijî û bêyî tu tawnan her du kurên wî ji hefteyekê ve ji aliyê Tirkiyê ve hatine revandin.

Serepeyv