Çeteyên dewleta Tirk dayîka 5 zarokan li navçeya Reco ya Sûriyê revandin
Çeteyên dewleta Tirkiyê ya dagirker welatiyek ji navçeya Reco ya herêma Efrîn li bakurê rojavayê Sûriyê revandin û ew ber bi girtîgeha Maratê ya li navenda Efrîna dagirkirî ve birin.
Li gorî çavkaniyek ji navçeya Reco, çeteyên "polîsên leşkerî" yên artêşa dagirker a Tirkiyê welatiya bi navê Îlham Ebdurehman Silêman (42 salî) li navçeya Reco ya herêma Efrîn li bakurê rojavayê Sûriyê revand, çeteyan beriya çend mehan jî hevjînê wê revandibûn.
Li gorî heman çavkaniyê, çeteyan welatiya bi navê Îlham Ebdurehman revandin û ber bi girtîgeha Maratê ya li navenda Efrînê ya dagirkirî ve birin.
Çavkanî her wiha eşkere kir ku Îlham Ebdurehman Silêman dayika 5 zarokan e, hevjînê wê Ebdo Karik çend meh berê hatibû revandin û heta niha jî çarenûsa wî ne diyar e.
Binpêkirinên mafê mirovan û dizîna mal û milkên xelkê û revandin û kuştina Sivîlan li devera dagirkirî ya Efrînê, bûye karekî normal her rojî û ev kiryarên hanê yên li dij mirovan li ber çavên artêşa dagirker a Tirkiyê û di bê dengiya welatên cihanê bi taybet yên ku dewa parastina mafên mirovan dikin ji wan Amerîka û welatên ewropî de cih tên.