Bişar Esed serdana Imaratê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i332656-bişar_esed_serdana_imaratê_kir
SANA Newsê duh bi şev qala serdana Bişar Esedê serokkokarê Sûriyê bo Imaratê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 19, 2022 05:45 Asia/Tehran
  • Bişar Esed serdana Imaratê kir

SANA Newsê duh bi şev qala serdana Bişar Esedê serokkokarê Sûriyê bo Imaratê kir.

Li gorî rapora SANA Newsê, Bişar Esed roja Îniyê di serdana xwe ya Imaratê da di gel şêx Muhemed bin Raşid Alê Mektûm serokwezîrê vî welatî li Dubeyê civiya.

Di vî halî da, ajansa fermî ya nûçeyan a Imaratê (WAM) qala hevdîtina Bişar Esed û Muhemed bin Zayid Alê Nehyan welîehdê Imaratê kir.

Serdana serokkomarê Sûriyê ya Imaratê çend mehan piştî serdana Ebdullah bin Zayid Alê Nehyan wezîrê derve yê Imaratê bo Şamê pêk hatiye.