Êrîşa bi balefirên bêpîlot li ser baregeheke leşkerî ya Amerîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê
Adar 17, 2022 22:40 Asia/Tehran
Medyaya Erebî sibeha Pêncşemê ragihand ku firokeke bêpîlot li navendeke leşkerî ya Amerîkayê li bakurê rojhilatê Sûrîyê xist.
Li gor nûçeya Fars; Çavkaniyên medyayî yên Îraqî danê sibê îro Pêncşemê ragihandin ku zeviya petrolê ya El-Omer li Dêrazorê (bakurê rojhilatê Sûriyê) ku cihê hêzên Amerîkî li ser sînorê Iraq û Sûriyê ye, bûye armanca êrîşeke balefirên bêpîlot.
Derbarê vê êrîşê û sebebkarên wê de ti agahiyên zêdetir nehatine belavkirin.
Di van salên dawî de, hêzên Amerîkayê li navça rojavayê Asyayê bi taybetî li Sûriyê, bûn belayê canê xelkê û ji aliyê din ve dest dane talankirina çavkaniyên niftê yên Sûriyê, ev kiryarên ku niha Amerîka dike, berê ji aliyê koma têrorîst a DAIŞê ve di hatin encamdan.