Serokê Desteya Heşda Şeibî û Serokomarê Sûriyê civiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i332303-serokê_desteya_heşda_Şeibî_û_serokomarê_sûriyê_civiyan
Serokê Desteya Heşda Şeibî ya Iraqê Falih Feyaz û Serokomarê Sûriyê Beşar Esed li Şamê civiyan û gotûbêj derbarê rewşa sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 03, 2022 10:03 Asia/Tehran
  • Serokê Desteya Heşda Şeibî û Serokomarê Sûriyê civiyan

Serokê Desteya Heşda Şeibî ya Iraqê Falih Feyaz û Serokomarê Sûriyê Beşar Esed li Şamê civiyan û gotûbêj derbarê rewşa sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de kirin.

Medyaya Heşda Şeibî belav kir, Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz serdana Şamê kir û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re gotûbêj derbarê rewşa sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de û rûbirûbûna terorê kirin.

Ji aliyê xwe ve jî ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, di civîna Esed û Feyaz de, derbarê hevahengiya di navbera her du aliyan de û pirsgirêkên ewlehiyê yên li ser sînor gotûbêj kirin.

Di salên borî de çendîn grûpên Heşda Şeibî ji bo piştevaniya Esed û şerkirina li kêlek artêşa Sûriyê, derbasî vî welatî bûne.