Di êrişa Tirkiyê û çeteyên wê li ser Til Rifetê de 5 welatî birîndar bûn
Sibat 15, 2022 22:31 Asia/Tehran
Di êrişa dewleta Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê ya li ser navçeya Til Rifetê de 5 welatî ku di nav de jin û zarok jî hene, birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê îro di saet 15:00`an de ji bajarê Ezazê navenda navçeya Til Rifet a ser bi devera Şehbayê topbaran kir û di encama wê de 5 sivîl birîndar bûn ku di nav de jin û zarok jî hene. Her wiha ziyanên mezin gihaştin mal û milkên sivîlan.
Dewleta Tirk û çeteyên wê komîna 6 – 7 – 1`emîn ku bi deh hezeran şêniyên kantona Efrînê ku neçarî koçberiyê bûne di wan de ne, topbaran kir. Ji birîndaran du kes zarok in. Ji aliyekî din ve 2 leşkerên hêzên artêşa Sûriyê jî ji ber hedefgirtina nuqteyeke wan birîndar bûn.