Leşkerên Siyonîst derbasî hin navçeyên başûrê Sûriyê bûn
Çile 02, 2026 17:41 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku leşkerên rejîma Siyonîst di berdewamiya êrişên xwe ser axa Sûriyê derbasî hin deverên parêzgeha Quneyterê bûn.
Hêzeke gereçavdêriyê ya Rrejîma Siyonîst piştî ku derbasî nava axa Sûriyê bû li derdora Quneyterê bi cih bûye.Leşkerên Siyonîst ldest bi avakirina xaleke kontrol û lêgeriyê li herêmeke di navbera her du gundên Um Ezam û Muşîrîfayê kirine.
Êrişên Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê di halekî de berdewam dikin ku hikûmeta demkî ya Colanî li hember van êrişan bêdeng maye û muzakirên xwe yên veşartî û eşkere bi rayedarên rejîmê re didomîne, mesela ku sedema dilnigeraniya gelê Sûriyê bûye.